Site Rengi

enflasyon emeklilik ötv döviz akp chp mhp
DOLAR
32,3313
EURO
35,1685
ALTIN
2.241,80
BIST
8.718,11
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Mardin
Yağmurlu
10°C
Mardin
10°C
Yağmurlu
Salı Az Bulutlu
12°C
Çarşamba Gök Gürültülü
11°C
Perşembe Hafif Yağmurlu
10°C
Cuma Hafif Yağmurlu
9°C

HELBESTVANÊN JİN

HELBESTVANÊN JİN
23.02.2021 21:55
0
A+
A-

Ji ber ku çandda nivîskî pêk nehatîye, civak di bin tesir û zorkarîyên toreyan maye jî, dîsa bi berhemên jinênên wêjekar ku hetanî vê rojê, hatiye hefidandin
Çanda Kurdî, Sermijara peşkeş dikin.Di vê babetê de Lêkolîner Feqî Hisên Saxniç, xebateke bedew kirîye û dibêje 15 jinên Kurd, berhemên wêjeyî, berîya ku koça dawîn bikin. Berhemên xwe dîyarî netewa kurd kirine û hetanî vê rojê berhemên wan muhafaza bûne,di wêjeya kurdî de çav kanîne.


Rêjeya ola Zerdeşt bandorek mezin li ser dîroka Farisî Serencam kirîye. Dîroknas babe Nawus jî di bin tesîra Zerdeşt de maye û sûd jê girtîye û di babeta jinên wênesaz û hozanvan de gihiştîye belgenameyên jinên kurd. Ew jinên kurd ku Babe Nawûs gihiştîye belgeyên wana jî di bin tesîra ola Zerdeşt de mane û hunera xwe afirandine.
Di salên 1800 de di bin bandora Zerdeşt de û pê ve girêdayî berhemên xwe di dîwanan xwe de bikaranîne (tomarkirine) Di vê mijarê de nivîskar bi girêdana ola Zerdeşt nerînên xwe ragihandine. Li gorî serencama Farisî di sedsala dehan de Dayê Hawraza Farisîli erdnîgarîya Hewremanê ji dayik bûye û li gorî Sereencam agahîyê dide ‘’Bi evîna rast û durist Tewrez coş dibe’’Piştî coşê dinava civakan de helbestên xwe bi tembûra xwe peşkeş dike. Cara yekemin Tewraza hozanvan di Serencamê de cihê xwe digre.Beytên wê demê dinivîse û ew beyt dişibihin, kurdî û farisî.
Ya dinê, Rîhan Xanime ku li Loristanê, li herema Yeftakû ji dayik bûye. Ev xatûna hozanvan jî di bin tesîra navdarê zimanê Kurd Şa Xwaşîn maye û helbest û wêjeya xwe afirandîye. Di helbestên xwe de pesindanê navdêrê wêjeya Kurd Derwey Şa Xwaşîn dide. Rîhan Xatûn digel hozanvanîyê, hosteyê dimbilkê ye jî. Di civakan de bi dimlikê re helbestên xwe dîyarî guhdar û temaşevanan dike.Mijarên helbestên Rîhan Xanimê Olî, Xwezayî û mirovahîne.
Ya sisîya ku beytê wê di pirtûka Babe Nawûs de di sedsala yazdan de hatîye nivîsin Dayê Xezana Serketîye. Li gundê Serketê ji dayik bûye. Dayê Xezan ji hozanvanê dinê cudaye û li cihekî dinê tê xuyakirin. Piştî koça bavê Xezan dayika wê bi tevahîya kemasîyên aborî jî, keça xwe bi xwendkirin daye û Xezan Xanê yekemîn ji dayika xwe perwerdeyî ziman û zanyarîyan bûye. Ev xwendinî ya wê dibe sedema ku hozanvanên Kurd nas bike. Di destpêka xwendinîya xwe de, dijberî Nawûsê serketî derdikeve lê piştî ku wî nas dike hetanî dawîya koça xwe pêgirtîyê wî dimîne û pêra xebatê dike.
Ya çaremin Mestûre Xanime. Ev hozanvana navdar jî di sala 1804 rê li Bajarê Sînê ji dayik bûye. Navê wê Mestûre Kurdistanîye.Ji bo ku di vê dema nêzîk de tê nasîn, pêwîste ku bi berfirehî behsa Mensûre Xanima Kurdistanî, bê şîrovekirin. Hinek lêkolîner, pîspor û rewşenbîrên cüda cüda di mijara jîyan û xebatên Mensûrê xanim bi berfirehî lêkolîn kirine. Ji vî awayî daxwuyanî kirine. Bi vê sedemê di mijara jîyana Mensûre Xanima Kurdistanî de bi berfirehî zanyarî hene. Rıza Qulîxanê Hidayet di pirtûka xwe ya bi navê ‘’Mecmûel Fusha’’ bi vî awayî tîne ziman.’’Mensûre Xanin hevjina walîyê Sînê Xosrew Xane, weke jinek sergewez (giran) tê nasîn.
Mîrzeyê Elî Ekberê Sadiqul, di pirtıka xwe ya bi navê ‘’Hediqey Nasirîyê’’ eşkere dike ku texminî 200 helbest nivîsîye û her yek ji wan ji ya dinê bedewtire. Nav û dengê Mestûre Xanê ji navê Mêrê wê walîyê sinûnê Xusrew Xan bêtir navdar bûye. Rumeta wê li çar hawêrê welêt belav bûye. Di zaroktîya xwe de ders stendîye û piştî demek kurt zewicîye. Bi alîkarîya Xusrew Xan pêşketiye. Tê gotinî ji hezkirina Mestûre Xanê ev hüner û wêje pêş ketiye. Di civakan de jin û mêr bi hev re helbest û stran û kilam peşkeş kirine.
Jêger
Mamoste Baqî

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.