Site Rengi

enflasyon emeklilik ötv döviz akp chp mhp
DOLAR
32,3833
EURO
35,0293
ALTIN
2.326,93
BIST
9.139,21
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Mardin
Açık
21°C
Mardin
21°C
Açık
Cumartesi Parçalı Bulutlu
23°C
Pazar Açık
23°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
23°C
Salı Parçalı Bulutlu
23°C

ME BAJAREK HEBÛ Û GUNDEK Lİ WÎ WARÎ

ME BAJAREK HEBÛ Û GUNDEK Lİ WÎ WARÎ
02.02.2021 23:48
0
A+
A-

Ne gelekî dûr, berî bi 40-45 salî, li kûrahîya berrîya Mêrdîn,erd bi çotê qantira dihat ajotin. Di wê demê de salê carekê erd dihatin çandinî, salê carekê hirîya mîhên zayî û kaviran, bi hevringan dihat qusandin, serê biharî firo û pênerê mîha û nivişk dibû xwarina herî çeşni bi lezet, meşk li dar diketin û bêrivana dest bî rêya kerîyên pez û bêrîyê dikirin. Dema ku bêrîvan vedigerîyan û şîrê xwe datanîn ser agirê tifikê dixanek ecêb bi ser tevahîya gundan diket. Wê demê gundîyan Kurtanên Qantir, ker û belgîrên xwe li dikkandarên bajêr bi hostetîya kurtançêkeran nuh dikirin. Hîrî di demsala biharî de dihat şuştin û bi cawên rengo rengo dikirin lihêf (orxan û mitêl) döşek û balîf û li mala nivîna dihatin danîn û ji bo malîyan û mêvanan cîbicî dibûn. Dîsa di destpêka biharî de gundiyên cotkar, haletên xwe li ba necaran saz dikirin û gîsinên xwe jî amade dikirin. Bi van hazirîyan, amadeyi rakirina erdan dibûn. Bi van sazbarîyan, edî ji biharê û kare wê re amade bûn.
Piştî demsala biharê di dawîya meha gulanê û pûşberê (haziran) jî zad dihat çinîn. Erdên şûv diman sala dinê. Ew erdên ku weke şûv nedihatin çandinî, di meha nîsanê de dayik û bava tovên dendika li wan erdan binax dikirin. Wan salan, digel ku baran bê pergel bi tavên reş xuyanî di demsalên buharan da dibarîya rewa erdê zahf bû. Di wê demê de erdnîgarî û xweza bi hev re dimeşîya û ahenga erd û hewayê bereket li erdê dibarandin.

Di meha pûşberê (haziran) de dilopek baran nedibarîya, belê, Berrîya Mêrdîn seranser bi şênkayîya lemên Ecûra (şelengo) dixemilî. Di nav çandinîya şelengoya de tovên şemamoka jî dihat çandinî ku bêhna şemamoka mîna gulên biharan bû. Şemamok ji bo xemlê û bêhnê dihat çandinî. Xemla şênkaya erda berîyê, dema ji bilindayîya Mêrdîn dihat temaşakirin, mîna deryayek hêşînî dihat xuyanî. Ev dîmen ji alîyê hemi niştecîyên bajarê Mêrdîn weke dîmenek gelek bedew dihat temaşakiri û şîrovekirin. Kesên di wê demê de jiyîyan hemû bi vê tama ecûrş (elengo), petêx û jebeşê wê demê zanin. Ku ew tam nayê rexnekirin, lazime ew tam di bin zimanê mirovan de hebe.
Di wan deman de havînan hemi gundîyên berrîya Mêrdîn, di demsalên havînan da li ser xanîyan radizan. Bayê hênik xewa şevê xweş dikir. Berbanga sibehan, hazirîyên çandina ecuran(şelengo) dikirin, tûr, ferd û heqîbên xwe amade dikirin bi ker, qantir û belgîrên xwe bi ser rîyan diketin û berê xwe didan bîstanên şelengoyan. Berî ku roj hîlê komkirina ecûra(şelengo) diqedîya, li cihekî taybet top dikirin û piştra ferdên xwe bi ecûrên(şelengo) biçûk ku li bazara Mêrdîn bên firotan, dihatin dagirtin. Ecûr(şelengo) wê demê li ber dikkandarên Başbeqqala diket bazara sûkên Mêrdîn. Sê sûkê feal li Mêrdîn hebûn. Sûka Mezin (Hesen Eyyar), sûka Ga û sûka deryê babissorê. Li her sê bazaran jî başbeqqal hebûn.
Ecûrên (şelengoyên) biçûk meqbûl bûn. Lewra niştecîyên bajêr, tama devê xwe zanîbûn û bi taybet sinetkarên bajêr û wekîdinê jî, ecûrên (şelengoyên) biçûk tercih dikirin. Gundîyên berrîya Mêrdîn jî ecûrên (şelengoyên) mezin tanîn malên xwe û wan û zarokên xwe di hundirê rojê de geh dikirin cacîq û geh diqeşartin û dixwarin û qaşilên wan didan pez û bizinên xwe. Gundîyan bi derketina rôjê barê xwe li heywanên xwe dikirin û berê xwe didan xopana Mêrdînê û bi rê diketin. Bi telaş û coşekê ber bi Bajêr de diçûn. Barê xwe li ber dikkandaran datanîn û heywanên xwe ji bo bêhndanê dibirin xanê dewaran. Wê demê çend xanên bi nav û deng hebûn. Yek ji wana xana Emsoyê fileh, ya dinê jî Xana mala Darawî bû. Piştî firotina ecûran (şelengo), bajarvanîya, asukîyên xwe dikirin. Nêzîkîya nîvro dadiketin xana dewaran, radihiştin hevsarê qantir û belgîrên xwe ber bi gundên xwe de vedigerîyan.
Dawîya meha pûşper (haziran) ê ecûr (şelengo) diqedîyan, petêx dikemilîn, li ber germa havînê sor dibûn û dibû dema firotina petêxên sor û şeşxaneyan. Gundîyên berrîya Mêrdîn, meha tîrmeh (temmuz) ê ji bi firotina petêx û şeşxaneyên sor û zer, dibuhirandin. Piştî ku petêx jî diqedîyan, di meha tebaxê de jebeş derdiketin û gundîyan di vê mehê de bi firotina jebeşan mijûl dibûn.
Ji ber ku wê demê gubreya kîmyewî li erda nehatibûn reşandin lemên ecûr (şelengoyan) û jebeşan mîna kevzê şîn dikirin û weke daristanek hêşîn xuya dikir. Wê demê ne avdanî hebû, ne jî avderên xebatkar.Wê demê xurtbûna erda bi reşandina zibil û rêxa dewaran pêk dihat.
Piştî demek ne dûr û dirêj ku madeya kîmyewî li erdan hat reşandin, mixabin ne tam ma, ne ecûr û petêx man û ne jî li wê berrîya erda wê rast û berfireh tenê erdek xwedê jî ji şênkayîyê nesîbê xwe nestend û her ku dem pêş ket ew zebzeyena li berrîya Mêrdin di rûpelên dîrokê de cihê xwe stendin. Di vî warî de di tevahîya gerdûn de ev erdên berhemdar ji vê qirêjê nesîbê xwe stend. Niştecîyên herema Mêrdîn jî ji wê tam ê mehrûm man.
Vê dema ku em tê de dijîn jî mixabin baran û berf ji asîmanê me wenda bûn. Ew barana ku bihara bi nazdarî bereketa xwe bi ser axa berrîya Merdîn de dibarand, mala xwe bar kir û ew biharên ku erdnîgarîya Mêrdîn bi gul û beybûna dixemilandin hew hatin dîtin.
Mamoste Baqî

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.